Hizbullaha Iraqê dijayetiya xwe li hember vegeriyana dubare ya çekdarên amerîkî diyar kir.
Berdevkê yekîneyên Hizbullaha Iraqê, Cefer Huseynî li hevpeyivîna ligel kanala têlêvîziyoniya Sûrmiyê got: Iraqê ji bo azadkirina navçeyên bin dagîrkeriya koma têrorîst a DAIŞ`ê ti hewcetiya xwe bi hêzên biyanî tine û artêşa vî welatî bi piştgiriya hêzên gelanî yê navçeyê dagîrbûyî azad bike.
Cefer Huseynî her viha got: Hatina dubare ya hêzên amerîkî bo Iraqê bi armanca girtina rê li ber beşdariya hêzên gelanî li opêrasiyona Mûsilê navenda parêzgeha Nêynewayê li bakûrê Iraqê ye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)