NûçeRojhilatanavinYemen

Hişyarîdayîna berpirsên Plana Cehanî ya Xwarekê li bara têrnexwarinê

Dezgeha Plana Cehanî ya Xwarekê li bara têrnexwarin û nexwarina xwarekên pêwîst li Yemenê ji wan li parêzgeha Hedîdê ya vî welatî hişyarî da.

Li gorî rapora kanala Al-Mayadin`ê, Berpirsên Plana Cehanî ya Xwarekê hişyarî dan ku zêde ji milyon û nîv zarokên yemenî bi têrnexwarin û nexwarina xwarekên pêwîst ra rûbirû ne ku rewşa zêde ji yek ji sêyê wan (1/3) giran e.

Li gorî vê raporê, 300 hezar zarokên yemenî ji wan zêde ji 100 hezar zarok li bendera Hedîdê bi hegera têrnexwarinê û nexwarina xwarekên pêwîst bi xetera mirinê ra rûbirû ne.

Dezgeha Plana Cehanî ya Xwarekê ragihandîye ku 14 milyon kes li Yemenê bi xetera  têrnewarinê û nexarina xwarekên pêwîst ra rûbirû ne.

Zorbêjên siûdî eva çend meh in ku bendera hedîdê ya Yemenê dorpêç kirine.

Erebistana siûdî eva 20 meh in ku bi piştgirîya giştalî ya Amerîkayê êrişî Yemenê dike û di encama van êrişan da heta niha nêzî 10 hezar welatîyên yemenî hatine kuştinê û 20 hezar kes jî birîndar bûne. Herwiha zêde ji sedî 80`yê nijyar û navendên perwerdekirin, dermankirin, şebekeyên ceryan, gîhandina avê û telefonê têk çûye (BANGÊ ÎSLÂMİ).

Başa dön tuşu