IraqNûçeRojhilatanavin

Hişyarîdayîna Ebadî li bara berçavnegirtina paşdamaiyên DAIŞ`ê li Sûriyê

Serokwezîrê Iraqê berçavnegirtina hebûna paşdamaiyên Koma Terorîst a DAIŞ`ê li Sûriyê, sedema peydabûna dubare ya vê koma tekfîrî da zanîn.

Heyder Ebadî, serokwezîrê Iraqê, li hevpeyvîna bi kanala televîzyonî ya El Hedesê re, bal kişand ser balkêşiyên cîhanê û behsa serketina berfireh a ser Koma Terorîst a DAIŞ`ê kir û got: Xafilbûna ji vê koma terorîst li dema piştî DAIŞ`ê, wê bibe wek wayrûsekê ku li qonaxên dawîn ên şerrê dijî wê, tê berdan û pêkan e careka din bi awayekî nû peyda bibe û berbelav bibe.

Ebadî bal kişand ser alozbûna rewşa li Sûriyê li bin sîvana kêşeya di navbera welatan de bona berjewendiyên xwe û herwiha got: Yek ji sedemên herî girîng ên ku nehîşt DAIŞ bi tamî ji nav here, cidatiya ewlewiyeta welatan li şerrê dijî vê komê û cidatiya li cidîbûna welatan bona sekinîna li hember wê ye.

Serokwezîrê Iraqê, li ser pêwîstiya jinavbirina tam a DAIŞ`ê li gişt Sûriyê pêgîrî kir û got: Tevî serketina artêşa Iraqê bona kontrolkirina sînorên dirêj ên vî welatî bi Sûriyê re, Bexda li hember dijminekê ye ku dil heye endamên xwe ji sînorên Sûriyê ve derbasî nav Iraqê bike.

Heyder Ebadî, serokwezîrê Iraqê û fermandê gişt hêzên çekdar ên vî welatî, Kanûna sala 2017`an, bi awayekî fermî azadiya tam a axa vî welatî ji bin lepên DAIŞ`ê ragihand. Operasyona paqijkirina vî welatî ji paşdamaiyên DAIŞ`ê hîn jî berdewam e.

Başa dön tuşu