IraqNûçeRojhilatanavin

Hişyarîdayîna serokwezîrê Iraqê li bara nakokiyên li parlimana vî welatî

Serokwezîrê Iraqê got ku welatê wî di rewşeke hestyar da ye û hemî divê jibo parastina ewlehiyê erka xwe cih bînin.

Li gorî rapora televîzyona Al-Alam`ê, Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê şeva buhurî li peyamekê jibo gelê vî welatî got: Hereketa me jibo cihanîna rêforman û têkoşîna li hemberî gendeliyê di çarçêva berjewendiyên gelê Iraqê da bûye û her cure nakokî û bêtifaqî berovajî armancên çaksaziyan e.Ebadî nakokî û gêreya di navbera parlimanteran da dûrî meseleya çaksaziyên dewletê zanî û got: Nakokî û gêreyên siyasî yên rojevê nayên qebûlkirin ku welêt ber bi aliyekî nediyar va dibin.

Serokwezîrê Iraqê hegera sekinîna rêforman, neyariya parlimanteran li hemberî wan zanî û got: Rewşa niha ya Iraqê rê nade me ku em valatiya siyasî tijî bikin.

Ebadî ji hemî siyasetvanên iraqî xwest ku bihedar bin û rê bidin muzakire pêk bên ta ku hikûmet bikaribe erkên xwe cih bîne û dewlet şêrr îdare bike.

Duh Selîm Cibûrî serokê meclisa Iraqê û 2 alîkarên wî ji ser kêr hatin dûrxistinê û hewl tê dayîn serokwezîrê Iraqê jî bikeve ber istîzahê, bi vî awayî qeyrana siyasî ya Iraqê derbasî qonaxeke nû û lihevaliyayî bûye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu