EwropaÎranNûçeRojhilatanavin

Civîna rêzgirtina li salvegera dayîna duyem nameya Rêber Îmam Elî Xameneî bo ciwanên welatên rojavayî

Civîna Hilatina Rastiyê bi merema hilkolandin û ronkirina cîgeha nameya Rêberê Giranqedr ê Înqilaba îslamî bo ciwanên welatên rojavayî bi beşdariya hin mêvanên biyanî li Têhranê dest pê bû.

Rawêjakrê Rêberê Giranqedr ê Înqilaba îslamî li warê navneteweyî, Elî Ekber Welayetî roja Yekşemiyê li civîna “Hilatina Rsstiyê“ got: “Nameyên Rêberê Giranqedr ê Înqilaba îslamî bo ciwanên rojavayî karekî dahênerî yê girîng e; Ji ber ku aliyê hember berovajiya vî karî dike û ji bo pêkanîna duberetiyê li cîhan aîslamê pêngavan radike û hewil dide ku rûşekî Reş ji îslamê nîşan bide“.

Elî Ekber Welayetî got: “Zêdetirîn pêgirî û rola li dewama piştevaniya ji têkoşerên misilman li welatên navçeyê ji aliyê Rêberê Giranqedr ê Înqilaba îslamî va bûye û ev bername bi armanca ronkirina îslamê bûne“.

Rêberê Giranqedr ê Înqilaba îslamî sala 2015an du name ji bo ciwanên welatên rojavayî nivîsîne ku di naveroka van nameyan da naskirina rasterast û bê navcî ya îslamê hatiye hilêxistin.

Hezretê ayetullah Xamineyî her wiha li van nameyan bal kişandiye ser siyasetên dijhev ên Amerîka û welatên Rojavayî derheq têrorîsmê, êrîşa leşkerî li ser Cîhana Îslamê, xwînrijandina li Filistînê û pêwîstioya sekinîna li hemberî tundiyê.

Nameya yekem a Rêberê Giranqedr ê Înqilaba îslamî bo ciwanên rojavayî bi 50 zimanan û nameya duyem bi 62 zimanan hatiye weşandin. Nameyên Rêberê Giranqedr ê Înqilaba îslamî bi caran li nav torên civakî û ajansên cûrbicûr ên nûçeyan hatine wergerandin û weşandin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu