Saziya Efûya Navneteweyî roja sêşemiyê hişyarî da ku rewşa Mafên Mirovan li Behrêynê li bereberê karesatekê ye.
Li gorî rapora Press TV`yê, Saziya Efûya Navneteweyî sebeba rewşa xerab a Mafên Mirovan li Behrêynê zêdebûna tundî û şideta li dijî xwenîşanderan, îdam û pevçûnan da zanîn.
Lîn Melûf cîgirê rêvebirê beşa lêkolînên nivîsgeha navçeyî ya Saziya Efûya Navneteweyî li Bêyrûtê got: Rêjîma Alê Xelîfe ti kontrola xwe li ser hêzên ewlehiyê tune û rêzê li mafên neraziyan nagire.
Li gorî gotina Melûf, Rêjîma Alê Xelîfe cezaya îdamê ranawestîne û ev yek li halê pêkanîna qeyraneke însanî li Yemenê ye.
Beyrêyn ji 14`ê Sibata sala 2011`an va bûye qada serhildana gelanî li dijî rêjîma Alê Xelîfe.
Gelê Behrêynê daxwaza pêkhatina rêformên siyasî, azadiya gotinê, pêkhatina dadweriyê, jinavbirina cihêkariyê û desthilatdarbûna pergala bijartî li vî welatî dikin; Lê rêjîma Alê Xelîfe bi piştevaniya Erebistanê hertim bi serkutkirinê bersiva nerazîtiyên gel dide. (BANGÊ ÎSLÂMİ)