ÎranNûçeRojhilatanavin

Hişyariya Larîcanî ji dewleta Amerîkayê re ji ber cihneanîna pêsparteya xwe li gor Lihevkirina Navokî

Serokê Meclisa Şêwra Îslamî ya Îranê Elî Larîcanî şeva çûyî li bernama gotûbêja taybet ya Nûçeyan li Kanala Dudiyan ya televîziyona Îranê de li bara muzakira navokî û Lihevkirina Navokî got:Eva ku aliyê hemberî me sadiq û dirustkar nebe sebeb ku Îran muzakireyan berdewam neke, lê şêwaz û eslê muzakireyan ne wekî berê dibe û divê Îran bi hûrî û kûrî li vî warî de gavan rake .

Larîcanî got: Muzakireyên Komara Îranê li ser vê bingeh û esasê bû ku îmkan hebû rayedarên welatên rojavayê hin astengiyan têxin ser riya muzakireyan û hin fitneyan li ser riya cihanîna Lihevkirina Navokî çêkin, lê li ser hev Lihevkirina Naokî ser xêr û kara Îranê ye.

Serokê Meclisa Şêwra Îslamî ya Îranê got: Li riya cihanîna Lihevkirina Navokî li çend babetan amerîkiyhan terseyê ruh û prensîpa vê Lihevkirinê gav rakirine, divê ku ev mesela were şopandinş safî bibe.

Larîcanî herwiha bal kişand ser hin gotinên berendamên hilbijartina serokkomariyê li Amerîkayê û hin rayedarên din ên vî welatî û got: Heke ew vê pêvajoyê berdewamn bikin Îranê amêrên pêwîst ji poşîmankirina Amerîkayê li destê xwe de hene.

Serokê Meclisa Şêwra Îslamî ya Îranê herwiha bal kişand ser vê yekê ku navçe aloz û tevlî hev bûye û kes rojekê fikir nedikr ku ew bikeve vê hal û rewşê û got: Piraniya welatên derdora Îranê tûşî krîzên terorîstî werin û gelek ji van welatan ku rastî vê rewşê hatine qet nedikete mêjiyê mirov ku rojekê bikevin vî halî. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu