IraqNûçeRojhilatanavin

Dewama operasyona paqijkirina navçên azadbûyî yên derûdora rojhilata Mûsilê

Hêzên artêşa herwisa mijûlî paqijkirina wan navçên rojhilata Mûsilê ne ku ji destê terorîstên DAIŞ`ê hatine derxistin.

Li gor rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Ebdul-Emîr Yarellah ji qumandên operasiyona parêzgeha Neynewayê li bakûra Iraqê roja şemiyê got: Hêzên polîsa Fedral û hêzên din ên pişkdar li operasiyona azadkirina Mûsilê ji destê terorîstan bi azadkirina bajarokê stratejîk a Hemam Elîlê karîn 6 gundên din jî ji destê terorîstan azad bikin.

Ebdul-Emîr Yarellah destnîşan kir; Li mêhwera başûra rojhilata Mûsilê jî hêzên iraqî karîn bikevin nav rojhilata vî bajarî û navçên El-Kerame, El-Melayîn, El-Xezra, El-Zehra û El-Entesar ji wicûda terorîstan paqij bikin.

Bi pêşdaçûna hêzên iraqî li dewama operasyona azadkirina Mûsilê navenda parêzgeha Neynewayê, serbazên vî welatî derbasî devera Selahîye ya bajarê Hemam Elîlê li 20 kîlomêtrîya Mûsilê bûn. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu