ÎranNûçeRojhilatanavin

Hişyariya li bara pêkanîna bêewlehiyê li Îranê

Serokê teşkîlata dadweriyê ya Komara îslamî ya Îranê li bara hewldana hin welatan jibo pêkanîna bêewlehtiyê li Îranê hişyarî da.

Li gorî rapora IRNAyê, ayetullah Sadiq Amulî Larîcanî serokê teşkîlata dadweriyê ya Îranê li civîna roja duşemiyê ya berpirsên dadweriyê yê Komara îslamî got : Hin welatên paşverû yên navçê û serdestîxwaz hewl didin ku Îranê ber bi bêewlehiyê bikşînin.

Ayetullah Amulî Larîcanî ser pêwîstiya hişyariay gelê Îranê li hember komployên dijmina û terorîstan tekze kir û destnîşan kir: Hewldanên hêzên ewlehiyê, eskerî û întizamiyê yên Komara îslamî ya Îranê derheq bêencamkririna van komployan cihê pesiandinê ye.

Serokê teşkîlata dadweriyê ya Îranê bal kişand ser piştgiriyên Emerîka û hin welatan ji grûpa terorîstî ya Muanfiqan û got: Reftarên bidûrûtî û newekhev ên Emerîkayê li hember terorîzmê bûye baîs ku êdî kesek îdiaya vî welatî li bara rawestana li ber terorîzmê bawer neke.

Ayetullah Larîcanî got : pêşbînî û hişyariyên rêberê giranqedr ê Inqilaba Îslamî bi başî nîşan da ku pirsgirêka emerîkiyan behsa navokî ya Îranê nîne jiberku piştî rêketinama navokî welatê hanê hewl dide ku bi mehna binpêkirina mafê mirovan û hêza mûşekiyê zextê bîne ser Komara îslamî. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu