ÎranNûçeRojhilatanavin

Serdar Fedewî: Amerîkîyan têkildarî lawazîya xwe li hemberî Îranê îtraf kirine

Fermandarê hêza deryayî yê Sipahê Pasdarên Inqilaba Islamî ya Îranê got: Amerîkî niha lawaz in û xwe jî mukur tên,di hemî warên ku ketinê de, li hemberî iqtidara Îranê tûşî içkestê bûne.

Serdar deryavan Elî Fedewî îro li merasima 13`ê Abanê (4`ê Mijdarê) roja netewî ya “têkoşîna li hemberî zorbêjîya cîhanî“ li bajarê Bûşêhr li başûra Îranê got: Heta berî serketina Inqilaba Islamî, ev fikra li cîhanê tinebû ku welatek dikare li hemberî zilhêz û zorbêjan bisekine lê, gelê Îranê piştî serketina Inqilaba Islamî nîşan da ku meriv çawan dikare li hemberî zorbîjêyê bisekine û serkevtî bibe.

Fermandarê hêza deryayî yê Sipahê Pasdarên Inqilaba Islamî ya Îranê, serketina Inqilaba Islamî derbeyek zanî ku li mezinatîya Amerîkayê û zorbêjên cîhanê ket û got: Bingeha dijminatîya Amerîkayê li hemberî Îranê bi dijminatîyên din re ferq dike ji ber ku ew li bereya batilê ne û pirsgirêka wan pênaseya Inqilaba Islamî û Pergala Komara Islamî ya Îranê ye.

Serdar Fedewî herwiha got: Wadeya ilahî yanî serketina heqîyê li hemberî batilê di serdema serketina Inqilaba Islamî, 8 salên berevanîya pîroz (8 salên êrişa rêjîma Beis a Iraqê ser Îranê de), meseleyên Kendava Farsê de serê xwe girtîye û gelê Îranê her dema ku mijar sekinîna li hemberî zorbêjîyê be, li meydanê amade bûye û li ber xwe daye.

Merasima roja 13`ê Abanê vê sibê bi awayekî hevgav li Têhranê û bajarên din ên Îranê bi pişkdarîya berfire ya gel, berpirs û xwendekarên medrese û zanîngehên Îranê hat lidarxistin (BANGÊ ÎSLÂMİ).

Başa dön tuşu