IraqNûçeRojhilatanavin

Hişyariya li bara pîlanên DAIŞ`ê li nav Iraqê

Komîsariya bilind a heq û mafê mirovan a Iraqê îro îniyê bilî mehkûmkirina teqînên terorîstî yên navça Kokceliya Mûsilê ku grûpa terorîst a DAIŞ`ê sebebkarên van teqînan bûn, ev kiryarên wiha dijî qayde û qirarên navnetewî yên welatîbûnê daye zanîn û li bara pîlanên nû yên DAIŞ`ê li navçên ji nûve azadbûyî yên Iraqê hişyarî da.

Li gor rapora ajansa nûçan a Sûmiriye News`ê, Komîsariya bilind a heq û mafê mirovan a Iraqê bilî mehkûmkirina teqînên terorîstî yên navça Kokceliya Mûsilê ku grûpa terorîst a DAIŞ`ê sebebkarên van teqînan bûn, ragihand li van teqînên terorîstî 11 welatiyên iraqî hatine kuştin û 40 kes jî birîndar bû û kiryarên wiha nîşan didin ku terorîstên DAIŞ`ê piştî işkestên zav niha bi dû pîlanên nû digerin û pêwîste ku xelkê Iraqê hişyar bin.

Komîsariya bilind a heq û mafê mirovan a Iraqêbilî mehkûmkirina van cure kiryarên terorîstî ku xelkê sivîl dike ber hedefa êrişên xwe ji hêzên ewlehiya Iraqê, hêzên gelanî û hêzên ser bi eşîretên Iraqê xwest ku bona parastina xelkê navçên ku ji destê terorîstên DAIŞ`ê azad dibin parêzvaniya tam û tekoz bikin.

Grûpa terorîst a DAIŞ`ê li du teqînên duh pêncşemê li navça Kokceliyê li rojhilata Mûsilê 11 welatiyên iraqî şehîd kirin û 40 kes jî birîndar kirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu