Li gorî nivîsa malpera El-Neşre ya Lubnanê, Elêksander Wît serokê nivîsgeha nunratiya Komîta Navneteweyî ya Xaça Sor li Yemenê bi daxûyaniyekê daxawaz betalkirina destxwe ya dorpêça Yemenê kir û got: Derkirîna ardûyê û kelûmelên bingehîn li deh rojên derbasbûyî hatiye rawestandin ku ji ber vê meselê ava vexwarinê li sê bajarên yemenê qut bûye.
Elêksander Wît her wiha diyar kir: ji ber qutbûna avê li Yemenê ,xetera belavbûna nexweşiya Kolêrayê heye ku gefê li canê herîkêm yek milyon yemeniyan dixwe.
Niha nêzîkî yek milyon kes li Teizê li başûrê rojavayê, Sede li bakur û Hodîde li rojava Yemenê rastî kêmasiya ava vexwarinê hatine.
Li gorî rapora Rêxistina Cîhanî ya tendrustiyê heya niha zêde ji 2200 yemenî ji ber tûşbûna bi nexweşiya kolêrayê canê xwe ji dest adne. Her wiha nêzîkî 870 hezar kes li Yemenê rastî vê nexweşiyê hatine.
Erebistan bi piştgiriya Emerîkayê, Îmaratê û çend welatên din ji Adara 2015`an êriş kiriye ser Yemenê û hevgav ev welata ji erd û esman û deryayê dorpêç kiriye.
Şerxwaziya Erebistanê li Yemenê bûye sedema kuştin û birîndarbûna bi dehan hezar yemeniyan û ev welata rastî kêmasiya xwarek, derman û her wiha belavbûna nexweşiya kolêrayê kiriye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)