NûçeRojhilatanavinSûriye

Hişyariya NY li ser rewşa dijwar a awareyên Sûriyê

Rêxistina Netewên Yekgirtî li ser rewşa diltezîn a awareyên ku ji bajarê Hecînê li rojhilata Sûriyê ji ber êrişên koma terorîst a DAIŞ`ê revîne, hişyarî da.

Li gorî rapora kanala televîzyonî ya El Meyadînê, Stephane Dujarric (Stêfan Ducarîk), berdevkê sekreterê giştî yê Rêxistina Netewên Yekgirtî (NY), xwest ku awareyên li Sûriyê ku ji ber sermaya giran a hewayê û tunebûna madeyên xwerinê rastî xetera mirinê ve hatine, werin parastin.

Ducarîk herwiha garantîkirina bidestxistina awareyên li Sûriyê ya alîkarî û xizmetên curbicur ên wekî xizmetên tendirustiyê pêwîst da zanîn.

Stephane Dujarric  li dewamê got: Awareyên ku ber bi bakûra Sûriyê ve çûne, li navçeya li bin kontrola koma terorîst a DAIŞ`ê dorpêç bûne û tu alîkarî yan xizmeteka tendirustiyê vernagirin.

Anegorî ragihandina berdevkê sekreterê giştî yê NY, hinek ji van awareyan di rewşeka pirr xeternak de gihîştine kempên awareyan.

Anegorî vê raporê, 61 zarok li ser riya gihîştina ji bajarê Hecînê bo kempa awareyan a El Hulê ku ji 41 hezar awareyan pêk hatiye, canê xwe ji dest dane.

Başa dön tuşu