IraqNûçeRojhilatanavin

Hişyariya Tevgera Esaêb El Heqa Iraqê bo berpirsên Hewlêrê

Berdevkê Tevgera Esaêb El Heqa Iraqê got: “Bajarê Şingalê wê nema bikeve ser Herêma Kurdistana Iraqê û hêzên Pêşmerge divê ji parêzgeha Nêynewayê paşve bikişin“.

Cewad El Teybawî li hevpeyivîna digel Fars News`ê got: “Dewleta Iraqê û hêzên seferberiya gelanî ya vî welatî wê nema rê bidin Pêşmergeyan ku heta bihûsteke axa parêzgeha Nêynewayê li Herêma Kurdistanê zêde bikin“.

Cewad Teybawî tevî pêgiriya li ser vîna hêzên seferberiya gelanî ji bo azadkirina tam a erdên parêzgeha Nêynewayê û raberkirina wan bo dewleta Iraqê, got: “Em rê nadin ku ti hêzek berovajî xwesteka dewleta Iraqê li Nêynewayê bimîne“.

Berdevkê Tevgera Esaêb El Heqa Iraqê li ser pêwsîtiya paşvekişiyana hêzên Pêşmerge ji axa Nêynewayê derdem piştî azadkirina tam a wê parêzgehê ji bin dagirkeriya DAIŞ`ê pêgirî kir û got: “Eger ewna guh nedin fermana dewleta Iraqê, em ê bi zorê têkevin tevgerê“.(BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu