Hişyariya wezîrê berevaniyê yê Îranê li bara derbasbûna paporên emerîkî bo nav bereya avî ya Îranê
Wezîrê berevaniyê yê Îranê got: Her paporeke emerîkî ger bixweze derbasî sînorê avî yê Îranê bibe dê pêşî lê were girtin.
Serdar Sertîp Pasdar Huseyn Dêhqan îro nav koma nûçegihanan li bara hegera hereketa qayiqên tundrê ên Îranê ber bi paporê emerîkî got: Dabînkirina ewlehiyê li Îranê û Kendava Farsê ser milê yekîneyên deryayî yên Îranê ye; Loma erka wan e ku hatûçûn û kiryarên gemiyên biyanî li navçê kontrol bikin.
Li gorî rapora ISNA`yê, serdar Dêhqan her wiha li bara hizûra balefirên Rûsiyê li navenda hewayî ya Nojeya Hemedanê destnîşan kir: Îran ji endamên bibandor li xebatên li dijî terorîstî li axa Sûriyê û navçê ye û li vê riyê tev artêşa Sûriyê û Rûsiyê jibo hêsankariya operasyona bejahî û zêdekriina lezgîniya hêzên eskerî yên navçê hevkariyê dike.
Serdar Dêhqan bal kişand ser vê yekê ku Îranê rewşê jibo meşqa balefirên cengê yên Rûsiyê li navçê xweş dike û di eynî demê de got: Hizûra balefirên Rûsiyê li navenad hewayî ya Nojeya Hmedanê li çarçowa karên hevpar jibo rawestana li ber liv û tevegrên treorîstî û tekfîrî li navçê pêk tê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)