IraqNûçeRojhilatanavin

Hişyariya wezîrê karên derve yê Iraqê li bara xetera terorîstan li navçê

Wezîrê karên derve yê Iraqê li bara xetera berfirehbûna xebatên terorîstan li navçê hişyarî da.

Îbrahîm Ceferî  wezîrê karên derve yê Iraqê li gotûbêja xwe ya tev telivîzyona El-Iraqiyê li Londinê got: Xetera terorîstên DAIŞ`ê û yên din netenê ji bo Iraqê û welatên cînar e, belkî roja îro hemû welatên cîhanê ketine ber xetera terorîzmê.

Îbrahîm Ceferî got: Yek ji hedefên min li vê sefera bo Ingilîzê jî bona hişyarîdana li ser xetera terorîzmê ye.

Ceferî destnîşan kir ku Iraq bereya sereke ya sekinîna li hemberî terorîstan û DAIŞ`ê bûye û zelal e ku terorîstan bandorên nerênî li ser Iraqê danîne, loma pêwîst e ku hemû welatên cîhanê pişkdariya şerê dijî terorîzmê bikin.

Îbrahîm Ceferî herwisa destnîşan kir; Roja îro axivtin li ser xetera grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê tiştekî ciddî ye; Ji ber ku terorîzm bo Iraqê û hemû welatên cîhanê weke xetereke mezin tê hisab. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu