Wezîrê karên derve yê Iraqê li bara xetera berfirehbûna xebatên terorîstan li navçê hişyarî da.
Îbrahîm Ceferî wezîrê karên derve yê Iraqê li gotûbêja xwe ya tev telivîzyona El-Iraqiyê li Londinê got: Xetera terorîstên DAIŞ`ê û yên din netenê ji bo Iraqê û welatên cînar e, belkî roja îro hemû welatên cîhanê ketine ber xetera terorîzmê.
Îbrahîm Ceferî got: Yek ji hedefên min li vê sefera bo Ingilîzê jî bona hişyarîdana li ser xetera terorîzmê ye.
Ceferî destnîşan kir ku Iraq bereya sereke ya sekinîna li hemberî terorîstan û DAIŞ`ê bûye û zelal e ku terorîstan bandorên nerênî li ser Iraqê danîne, loma pêwîst e ku hemû welatên cîhanê pişkdariya şerê dijî terorîzmê bikin.
Îbrahîm Ceferî herwisa destnîşan kir; Roja îro axivtin li ser xetera grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê tiştekî ciddî ye; Ji ber ku terorîzm bo Iraqê û hemû welatên cîhanê weke xetereke mezin tê hisab. (BANGÊ ÎSLÂMİ)