EwropaÎranNûçeRojhilatanavin

Hişyariya wezîrê karên hundir ê Îranê li bara belavbûna terorîzmê li Ewrûpayê

Wezîrê karên hundir ê Komara Îslamî ya Îranê got: îro rojê diyardeya terorîzmê pekiye nav hemî welatan ji wan welatên ewrûpî.

 Ebdulriza Rehmanî Fezlî wezîrê karên hundir  ê Îranê roja yekşemiyê li hevdîtina  Ana Mariya  Endris nunera serokwezîrê Polonyayê li hevkariyên navneteweyî li Têhranê tekez kir: divê hemî welat jibo rizgarbûna  ji xetera terorîzmê, damezirandina aşitiyê û aramiyê hevkariyê bikin.

Rehmanî Fezlî bi ragihandina amadetiya Îranê jibo damezrandina  komîtên  pisporiyê yên hevpar ên li dijî terorîstî, qaçaxa mirovan û qaçaxa madên  narkotîk got: terorîzm beşa zav a çavkaniyên  xwe ji riya  qaçaxa  madên narokotîk dabîn dike ku  vê mijarê gelek gef pêk anîne.

Wezîrê karên hundir ê Îranê bal kişand ser hevkariyên  hevpar ên ticarî navbera Îran û Polandê û destnîşan kir:  Bi avakirina  hêlên peywendiyê navbera du welatan dê pêvajoya  berfirehkirina  hevkariyên dualî yên aborî baştir bê şopandin.

Sekreterê erkantiya rawestana li ber madên narkotîk ya Îranê tev welatên  endamê Balkanê û rojava  Ewrûpayê li bara  rawestana li ber madên narkotîk li Sibata tê agahî da  û got :Îranê pirtir ji her welatekî din li ber madên narkotîk sekiniye  û li vê riyê gelek xercên aborî û însanî kiriye.

Ana Marya Andres nunera serokwezîra Polandê jî li vê hevdîtinê bal kişand ser damezrandina  peywendiya  navbera Îran û Polandê û hêvî kir  ku  hêlên  peywendiyê, hat û çûyê jibo taximên  dewletî û geştyaran bo Îranê rehet cih were û geştyarên  polandî bikaribin  seredana  bajarên Îranê bikin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu