Wezîrê karên hundir ê Komara Îslamî ya Îranê got: îro rojê diyardeya terorîzmê pekiye nav hemî welatan ji wan welatên ewrûpî.
Ebdulriza Rehmanî Fezlî wezîrê karên hundir ê Îranê roja yekşemiyê li hevdîtina Ana Mariya Endris nunera serokwezîrê Polonyayê li hevkariyên navneteweyî li Têhranê tekez kir: divê hemî welat jibo rizgarbûna ji xetera terorîzmê, damezirandina aşitiyê û aramiyê hevkariyê bikin.
Rehmanî Fezlî bi ragihandina amadetiya Îranê jibo damezrandina komîtên pisporiyê yên hevpar ên li dijî terorîstî, qaçaxa mirovan û qaçaxa madên narkotîk got: terorîzm beşa zav a çavkaniyên xwe ji riya qaçaxa madên narokotîk dabîn dike ku vê mijarê gelek gef pêk anîne.
Wezîrê karên hundir ê Îranê bal kişand ser hevkariyên hevpar ên ticarî navbera Îran û Polandê û destnîşan kir: Bi avakirina hêlên peywendiyê navbera du welatan dê pêvajoya berfirehkirina hevkariyên dualî yên aborî baştir bê şopandin.
Sekreterê erkantiya rawestana li ber madên narkotîk ya Îranê tev welatên endamê Balkanê û rojava Ewrûpayê li bara rawestana li ber madên narkotîk li Sibata tê agahî da û got :Îranê pirtir ji her welatekî din li ber madên narkotîk sekiniye û li vê riyê gelek xercên aborî û însanî kiriye.
Ana Marya Andres nunera serokwezîra Polandê jî li vê hevdîtinê bal kişand ser damezrandina peywendiya navbera Îran û Polandê û hêvî kir ku hêlên peywendiyê, hat û çûyê jibo taximên dewletî û geştyaran bo Îranê rehet cih were û geştyarên polandî bikaribin seredana bajarên Îranê bikin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)