ÎranNûçeRojhilatanavin

Hişyariya xetîbê nimêja îniyê ya Têhranê li bara dewama cinayetên Alê Siûd û Alê Xelîfe

Xetîbê nimêja îniyê ya Têhranê got: Dewama kuştin û serkutkirinê ji aliyê rêjîmên Alê Siûd û Alê xelîfeyê li dijî gelên misilman ên navçeyê, bêguman dê wan ber bi têkçûnê va bibe.

Ayetullah Mihemed Elî Muwehidî Kirmanî li xutbeyên vê hefteyê yên nimêja îniyê ya Têhranê qeyrana însanî ya niha li welatên Behrêyn, Yemen û Sûriyê encama êrîş û tundiyên rêjîmên Alê Xelîfe, Alê Siûd û kirêgirtiyên wan sebeba çêbûna fukaran da zanîn.

Pêşnimêjê demkî yê nimêja îniyê ya Têhranê got: Rêjîmên serkutker û destdirêjker ên navçeyê bila bizanin ku heke hema wisa cinayet û serkutkirna gelên misilman ji wan li Sûriye, Iraq, Behrêyn û Yemenê bidomînin û helwêstên xwe neguherînin, bêguman dê lawaz bibin û di dawî da têk biçin.

Ayetullah Muwehidî Kirmanî her wiha tevî pîrozkirina serketinên vê dawiyê yên artêşa Sûriyê û bereya berxwedanê li Helebê, got: Paqijkirina Helebê ji têrorîstan serketina leşkerî nîne, belki serketina heq li hemberî batilê û riswatiya mezin ji bo piştgirên erebî û rojavayî yên têrorîstan in.

Xetîbê nimêja îniyê ya Têhranê her wiha bal kişande ser hemsaeya 9`ê Dêyê li Îranê û got: Ev roj, roja peymangirêdana dubareya gel tev rêberê giranqedr ê Înqilaba Îslamî, roja ragihandina hişyarî û yekîtiya neteweyî ya îraniyan û pûçbûna komployên welatên zorbêj lio dijî Komara Îslamî ya Îranê ye.

Ayetullah Muwehidî Kirmanî bal kişand ser binpêkirina Lihevkirina Navokî ya di navbera Îranê û Koma 5+1`ê nasyar bi Bernameya Giştalî ya Pêngava Hevpar ji aliyê Amerîkayê va û got: Roja îro ji hemiyan ra eşkere bû ku Amerîka dijminê gelê Îranê ye û nabe ku em bawerriya xwe bi sozên derewîn ên vî welatî bînin, (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu