AsyaNûçe

Lavrov serdana Tirkiyê dike

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov, piştî krîza xistina firokeya Rûsî bo yekem carê serdana Tirkiyê dike.

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov, şeva bihurî gihîşt Alanya û ji hêla Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mewlud Çawişoglu ve hat pêşwazîkirin. Her du wezîrên derve îro li Alanyayê beşdarî civîna 5’emîn ya Grupa Plansaziya Hevpar ya Tirkiye û Rûsyayê dibin.

Roja 24’ê Mijdara 2015’ê de firokeyeke Rûsî ji hêla artêşa Tirkiyê ve hatibû daxistin. Piştî vê yekê, Rûsya pêwendiyên xwe di asta bilind de rawestandibûn. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu