Mafên MirovanNûçeRojhilatanavin

Li Pakistanê, li dibistaneke polîsan êrîş: 200 xwendekar rehîn

Li bajarê Quettayê yê Pakistanê êrîşeke çekdarî li dijî navenedeke perwerdekirina polîsan hat kirin û di encamê de ji 200 heta 500 xwendekarî wek rehîn hatin girtin. Hat diyarkirin ku hinek kesan di êrîşê de jiyana xwe ji dest daye.

Hat ragihandin ku polîs û hêzên ewlehiyê cihê bûyerê xist bin kontrolê. Televizyona SAMAAyê ragihand ku hîn dengê pevçûnê ji chê bûyerê tê. Herwiha Berdevkê Birêveberiya Heerêmî Enwer Ul-Heq Kaker got: “5-6 terorîstan ji paşî de girt ser akademiyê. Hat gotin ku gava êrîşkar ketin avahiyê, wan berê xwe da beşê xewê ku ji 200 heta 250 xwendekarên akademiyê lê dimînin.” (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu