IraqNûçeRojhilatanavin

Hizbullaha Iraqê: Em ê welatê xwe li dijî Amerîkayê biparêzin

Berdevkê yekîneyên Hizbullaha Iraqê Cafer Huseynî di axaftina xwe de got: “Em ti carî teslîmî Amerîkaya ku dixwaze dîsa Iraqê dagir bike nabin. Em qebûl nakin Amerîka hebûna xwe ya leşkerî li Iraqê bidomîne. Amerîka bi behaneya şerê DAIŞê dixwaze hebûna xwe ya li Iraqê bidomîne. Salên tekoşîna bi DAIŞê re plana Amerîka ya li Iraqê derxist holê. Em amade ne welatê xwe li dijî Amerîkayê biparêzin.”

Cafer Huseynî di berdewamiya axaftina xwe de got: “Ne em û jî endamên Hizbullahê di hilbijartinan de nabin namzed. Di hilbijratinê de em ê piştgiriya namzedên dirist, netewperwer û fedekar bikin. Em dixwazin xelkê Iraqê hemû beşdariya hilbijartinê bikin.” (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu