NûçeIraqRojhilatanavin

Hizbullaha Iraqê: Hêza me heye ku em leşkerên Tirkiyê derxin

Berpirsê asayîşa Heşda Şeibî ya Iraqê got ku ew dikarin leşkerên Tirkiyê dersînor bikin û amaje bi hebûna leşkerên Tirkiyê li bakurê Iraqê jî kir.

Tirkiye di van 3 salên dawî de li bakurê Iraqê operasyonên xwe zêde kiriye û hê jî van operasyonan ji bejahî û hewayî didomîne. Tirkiye îdia dike ku armanca van operasyonan şerê li dijî PKK’ê ye ku wê di lîsteya terorê de bi nav kiriye, lê rayedarên Bexdayê û komên siyasî û tevgerên vî welatî di demên cuda de nerazîbûna xwe li hemberî van kiryarên Tirkiyê nîşan dane.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Fars`ê, Efserê asayîşa Ketaib Heşda Şeibî li Iraqê, Ebû Elî Eskerî ragihand, ku eger hewildanên bombebarana dijminên Iraqê berdewam bin, dê pirsgirêkek mezin bi wan re hebe û tekezî li ser derxistina leşkerên Tirkiyê ji Iraqê kir.

El-Askerî da zanîn ku divê pêşî hêzên Tirk ji baregehan bên derxistin û piştre jî herêmên sînor bên paqijkirin.

Li gorî Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên, Tirkiyê ji sala 2018ê heta niha zêdetirî 22 hezar û 700 caran serweriya Iraqê binpê kiriye.

Başa dön tuşu