NûçeRojhilatanavin

Hevalbendîya amerîkî mukur hat, 883 sivîl li Iraq û Sûrîyê hatin kuştinê

Hevalbendîya amerîkî ya qaşo dijî DAIŞ`ê li daxûyanîyekê ragihand: Hejmara gorîyên sivîl ên êrişên vê hevalbendîyê ser Sûrîye û Iraqê mideha 3 salên buhurî da, giheştîye 883 kesan.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Fransayê, li daxûyanîya vê hevalbendîyê hatîye ku piştî hilkolandina 49 raporên têkildarî gorîyên ihtimalî yên êrişên hevalbendîyê li Sûrîye û Iraqê, kuştina 28 sivîlan hat piştrastkirinê. Kesên hanê di sala 2017`ê di encama sê opêrasyonên hewayî li Sûrîyê de hatine kuştinê.

Bi vê mukurhatina hevalbendîya amerîkî, hejmara sivîlên ku di encama êrişên vê hevalbendîyê mideha zêde ji sê salên buhurî de hatine kuştinê, giheşte herîkêm 883 kesî.

Li gorî vê daxûyanîyê, ew êrişana di 27`ê Nîsanê, 16 û 25 Gulana sala 2017`ê bi awayê rêzê li Reqe û Dêrezora Sûrîyê ji hêla balafirên cengê yên hevalbendîyê va pêk hatine. 476 raporên din jî li bara kuştina sivîlan di encama êrişên hevalbendîya navnetewî li Sûrîye û Iraqê tên hilkolandinê.

Eva li halekî ye ku li gorî raporên meydanî û dezgehên berevanê mafên mirovan, hejmara gorîyên opêrasyonên hevalbendîya amerîkî gellekî zêdetir ji vê hejmarê ye.

Başa dön tuşu