NûçeRojhilatanavinSûriye

5 grûbên terorîst komuta navendî ya hevpar ava kirin

Wezareta Parastin a Rûsyayê di daxuyaniya xwe de ragihand ku li Xutaya Rojhilat a Şamê 5 rêxistinên terorîst ku Ceyş-ul Îslam, Fetih El Şam (El Nûsra) û Ehrar eş-Şam jî di nav de bûn komutayeke navendî ya hevpar ava kirin.

Navenda şopandina agirbestê ya Rûsyayê li Sûriyeyê di daxuyaniya xwe de ragihand ku li Xutaya Rojhilat a Şamê gengeşî zêde dibe. Li herêma Xutayê El Îslam, Eniya El Nûsra, Ehrar eş-Şam, Feylak er-Rahman û Fejr el-Umma di nava xwe de komutayeke navendî ya hevpar ava kirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu