IraqNûçeRojhilatanavin

Di rojên pêş ji bo Mûsilê wê ‘Muhafizên Nînova’ werin wezîfekirin

Cîgirê Serokomarê Iraqê Usame Nuceyfî piştî serdana kampa Muhafizên Nînovayê li nêzîkî Mûsilê di axaftina xwe de got: “Dê hêzên ku ji suniyan pêk tê Muhafizên Nînovayê parastin û ewlehiya Mûsilê bigrin. Vê hêzê heta niha ji bo rizgarkirina Mûsilê di operasyonan de kede mezin daye û şerekî dijwar bi DAIŞê re kiriye.”

Usame Nuceyfî di berdewamiya axaftina xwe de got: “Muhafizên Nînovayê piştî wezîfeya wan li vir qediya û bajêr paqij bû di rojên pêş de wê ji bo ewlehiya bajêr werin wezîfedarkirin.”

Waliyê Mûsilê yê berê û Fermandarê Muhafizên Nînovayê Esil Nuceyfî jî meha rebendanê gotibû li rojhilatê Mûsilê kontrola 30 taxî dane vê hêzê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu