EwropaNûçeRojhilatanavin

Hizbullaha Libnanê: Ewropa di wî agirî da dişewite ku berdaye canê Sûriyê

Hizbullaha Libnanê bi daxuyaniyekê tevî şermezarkirina teqînên Broksêla paytexta Bêljîkê destnîşan kir ku welatên parezemîna Ewropayê di heman agirî da dişewitin ku hevrê ligel hinek ji welatên din li Sûriyê vêxistine.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Fars News`ê, ,Hizbullaha Libnanê bi daxuyaniyekê li bara teqînên Broksêal paytexta Bêljîkê, destnîşan kir: Şerê li dijî têrorîsmê hewcedarê wêrekî û hevkariya navneteweyî û navçeyî ye û bêdengiya li hemberî wî şaşityeke mezin e.

Li gorî rapora malpera Ehdê, di dewama vê daxuyaniyê da hatiye ragihandin: Em hevderdiya xwe ligel tevayê gelê Bêljîkê radigihînin û teqînên têrorîstî ku paytexta Bêljêîkê kirine armanc û tirs û xof xistine dilê welatiyan şermezar dikin.

Ji ber êrîşên têrorîstî yên sibeha sêşemiyê li Broksêla paytexta Bêljîkê, 34 kes hatin kuştin û 200 kes jî birîndar bûn. (ÎSLÂMİ DAVET KURDİ)

Başa dön tuşu