IraqLubnanNûçeRojhilatanavinSûriye

Hizbullaha Libnanê: Hember Pîlana Danûstandina Sedsalê hişyar bin

Alîkarê Serokê Konseya Kargêr a Hizbullaha Libnanê derbarê dûhatên xeternak ên Komploya Amerîkayê bona wêdadayîna meseleya Filistînê ya nasyar bi Pîlana Danûstandina Sedsalê hişyarî da.

Li gorî rapora Tasnim Newsê, Şêx Nebîl Qawûq, Alîkarê Serokê Konseya Kargêr a Hizbullaha Libnanê roja Duşemiyê got: Asayîkirina pêwendiya navbera welatên erebî û dijminê Siyonîst berdêleke ku ereb beriya Pîlana Danûstandina Sedsalê didin Donald Trumpê serokomarê Amerîkayê û Bênyamîn Nêtanyahûyê serokwezîrê Rêjîma Siyonîst.

Endamê pileberz û Alîkarê Serokê Konseya Kargêr a Hizbullaha Libnanê got: Bifermînaskirina hakimiyeta dijminê Siyonîst li ser Qudsê û Golana Dagirbûyî ji aliyê Amerîkayê va, destkeftek bo Nêtanyahû ye ku têkildarî Pîlana Danûstandina Sedsalê bi dest xistiye.

Şêx Qawûq destnîşan kir: Tu kes li Libnanê dê ji xeter û dûhatên Pîlana Danûstandina Sedsalê ewleh nemîne û xeterên bicihkirina awareyên filistînî di Pîlana Danûstandina Sedsalê da zêde bûne û gefên dijmin li dijî nift û heyitiyên Libnanê roj bi rojê zêdetir dibe.

Li gorî plana Donald Trumpê serokomarê Amerîkayê ya nasyar bi “Danûstandina Sedsalê” ku bi nîşana piştevaniya ji Israîlê hat hilêxistin, Qudsa Şerîf dê radestî Rêjîma Siyonîst were kirin; Awareyên Filistînî li welatên din, dê mafê xwe yê vegeriyanê tunebin û Filistîn dê tenê bibe xwediyê erdên mayî li Kêleka Rojavayî ya Çemê Urdinê û Zîvala Xezeyê.

Başa dön tuşu