NûçeFilistînLubnanRojhilatanavin

Hizbullaha Lubnanê 3 caran bi 80 mûşekan bajarokên sîyonîstnişîn li erdên dagirbûyî kire armanc

Hizbullaha Lubnanê 3 caran bi 80 mûşekan bajarokên sîyonîstnişîn li erdên dagirbûyî kire armanc.

Radyoya Artêşa Îsraîlê jî ragihand ku  mûşekên Hizbullahê  ber bi  herêmên Nehariya û Mironê li bakurê Filistîna dagirbûyhatien avêtin. li Nehariyeyê sîrrêna xeterê ya  avêtina moşekan hat lêxistin û zêdetirî 60 hezar bajaroknişînên  siyonîst berê wxe dan sitargehan.

Medya siyonîst bi weşandina raporan ji tundiya operasiyona mûşekî ya Hizbullaha Lubnanê li dijî navçên dagirbûyî ecêbgirtî man.

Kanala televizyona El-Cezîre jî şeva Çarşemê bi zarê medyayên ibrîziman ve  ragihand ku di  24 sietên derbasbûyî de êrişên mûşekî yên Hizbullaha Lubnanê  ser navçeyên dagîrbûyî zêde bûne.

Hizbullaha Lubnanê  di çend mehên derbasbûyî de, piştî cinayetên hovane yên Rejîma Siyonîst li zîvala Xezeyê û jînosayda filistîniyan li vê navçê, pêgehên leşkerî yên Israîlê li bakurê navçên dagirbûyîdan ber êrişan. mesela ku bûye sedema tirsa sîyonîstên ku  li van herêman dijîn. Heta niha bi dehan hezar siyonîst ji tirsa êrişên berxwedanê ji navçên nêzîkî sînorên Lubnanê derketine.

Başa dön tuşu