Hizbullaha Lubnanê: Azadiya Filistînê, dê azadkirina hemî navçeyê be
Alîkarê sekreterê giştî yê Hizbullaha Lubnanê teqez kir: Azadkirina Filistînê azadkirina hemî anvçeyê ye, ti riyek xêncî berxwedanê tine û misilman divê li hember Rejîma Siyonîstî piştgiriya Filistînê bikin.
Şêx Neîm Qasim, alîkarê sekreterê giştî yê Hizbullaha Lubnanê roja çarşemiyê li duwem civîna navneteweyî ya Yekitiya cîhanî ya alimên berxwedanê li Bêyrûtê got: Kok û binyata Îsraîlê li gor destdirêjî û bi palpiştiya navneteweyî ye.
Şêx Neîm Qasim, alîkarê sekreterê giştî yê Hizbullaha Lubnanê destnîşan kir: Îsraîl ser bingeha kuştin, dagirkerî û şêr hatiye damezrandin û tesbîta dagirkiran li Filistînê dê bi wateya tesbîtkirin pêlanên parvekirina navçeyê û pêkanîna bêtifaqiyê têde be.
Alîkarê sekreterê giştî yê Hizbullaha Lubnanê teqez kir: Gefxwarin jixwe curek lixwemukirhatina mêhwera hemberî berxwedanê bo işkestê ye û ev gef tenê dê bibin sedema mayîndebûna zêdetir a berxwedanê.
Şêx Neîm QAsim her wiha got: Berxwedanê karî ku tekfîrî û plana Îsraîlê li Sûriye û Iraqê bêencam bike û projeya Îsraîlê li Sûriye û Iraqê gihêştiye astengiyê.
Şêx Neîm Qasim, alîkarê sekreterê giştî yê Hizbullaha Lubnanê teqez kir: Îsraîl baş dizane ku ger birayra cengê bide dê bereyên navxweyî û teşkîlatên wê bikevin ber mûşekên berxwedanê ger çi Îsraîl dixweze şr destpê bike lê nikare encam an dawiya vî şerî kivş bike.
Duwem civîna cîhanî ya Yekitiya Alimên Berxwedanê li Lubnanê, hevgavê sedemîn salvegera daxûyaniya kirêt a Balforê bi peyama hezretê ayetullah Xamineyî, rêberê giranqedr ê Inqilaba Îslamî siba roja çarşemiyê li Beyrûtê karê xwe destpê kir û ev civîna dê heya sibê pênşemiyê bidome (BANGÊ ÎSLÂMİ).