FilistînNûçeRojhilatanavin

Hizbullaha Lubnanê daxwaza sizakirina sebebkarên terora Mazen Fuqeha kir

Hizbullaha Lubnanê li daxûyaniyekê ragihand ku rola Rejîma Siyonîst li terorkirina Mazen Fuqeha hîsîrê azadbûyî yê filistînî û ji qumandeyên gurdana Izedîn Qesam eşkera ye.

Li gor rapora IRIB News`ê, Hizbullaha Lubnanê li daxûyaniya xwe ya duh şemiyê tevî şermezarkirina terora Mazen Fuqeha ragihand ku Rejîma Siyonîst li terorkirina Mazen Fuqeha eşkera ye û pêwîst e ku sebebkarên vê cinayetê bên sizakirin.

Li vê daxûyaniyê hatiye ku vê cinayetê carek din rûveta cinayetkarane ya Rejîma Siyonîst eşkera kir û cinayetên wiha xelkê Filistînê bona derxistina axa xwe ji bin lepên dagîrkeran ciddîtir dikin.

Hizbullaha Lubnanê tevî dayîna sersaxiyê bo malbata Mazen Fuqeha ji ber şehadbûna wî, bizava Hemasê û xelkê Filistînê, daxwaza sizakirina sebebkar û pilanguzarên vê cinayetê kir.

Eyad Bezm berdevkê wezareta karên hndir a Filistînê li Zîvala Xezeyê ragihand ku kesên çekdar ên nenas êvara îniyê Mazen Fuqeha hîsîrê azadbûyî yê filistînî li taxa Til El Hewaya başûrê bajarê Xezeyê bi derba gulleyê şehîd kirin.

Mazen Fuqeha hîsîrê azadbûyî yê filistînî ji rûniştiyên bajarê Tobasê li Rexa Rojavayî ya Çemê Urdinê ye ku li gorî danûstandina hîsîran li sala 2011`an ji zîndanên Rêjîma Siyonîst hat berdan û vegeriya Zîvala Xezeyê.

Siyonîstan Fuqeha tawanbar kiribûn ku destê wî li opêrasiyonên berxwedanê li heyama serhildana Qudsê hebûye. Fuqeha li opêrasiyona qehremanane ya Sefedê wek berteka li hemberî têrora Şêx Selah Şehade beşdar bû. Li vê opêrasiyonê heşt israîlî hatin kuştin.

Rêjîma Siyonîst hikmê 9 caran zîndaniya hetahetayî li Fuqeha birîbû. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu