NûçeAsyaLubnanRojhilatanavin

Hizbullaha Lubnanê êrîşa terorîstî ya Stenbolê şermezar kir û banga yekrêziyê kir

Hizbullah bi tundî êrîşa terorîstî ya hovane ya ku bajarê Stenbolê kir armanc, ku têde gelek sivîl hatin kuştin û birîndar kirin, şermezar dike.

Em hevxemiya xwe pêşkêşî hikûmet û gelê Tirkiyê û bi taybet malbatên qurbaniyên vê bûyera diltezîn dikin, di heman demê de em hest bi êş û azarên gelên herêmê û gelê me yê Lubnanê, hemû cîhanê û bi taybet hikûmetan dikin û gelên herêma me wê li dijî komên kujer û terorîst di asta siyasî, hizrî û pratîkî de bikevin nava liv û tevgerê û ji wan tê xwestin ku helwesteke tund nîşan bidin.

Ti welatek li herêmê ji encam û metirsiyên cidî yên van êrîşan ewle nebûye û ev yek jî pêwîstî bi helwest û kiryareke yekgirtî li hember vê diyardeyê û encamên wê yên ewlekarî yên metirsîdar heye.

Başa dön tuşu