ErebîstanNûçeRojhilatanavinYemen

Hizbullaha Yemenê balafirgehên Cîzan û Ebhayê dan ber bombeyan

Berdevkê Hêzên Çekdar ên Yemenê ragihand ku balafirên bêpîlot ên Qasif-2 yên Arêtşa Yemenê, cihên xweyîkirina balafirên cengê û armancên leşkerî yên girîng û hestyar li balafirgehên Cîzan û Ebhayê dan ber bombeyan.

Yehya Serî herwiha got ku di encama wan êrişa nde geştên balafirgehên Cîzan û Ebhayê hatin sekinandinê.

Berdevkê Hêzên Çekdar ên Yemenê herwiha got: Heta dema ku êrişên Hevalbendîya Seûdî ser Yemenê bidomin, mafê berteknîşandayîna yemenîyan himberî êrişan parastî ye.

Yehya Serî herwiha got: Ew opêrasyona bêhempa wek bersivek himberî cinayetên dijmin û dorpêçkirin û domandina êrişên Hevalbendîya Seûdî ser Yemenê da pêk hat.

Balafirgehên Cîzan û Ebhayê li başûra Erebistanê jibo ardûgîhandin û piştgirîya ji balafirên cengê yên Hevalbendîya Seûdî jibo êrişa ser Yemenê tên bikaranînê.

Başa dön tuşu