ErebîstanNûçeRojhilatanavinYemen

Hizbullaha Yemenê baregehê Siûdîyan bi muşeka Zîlzal 1 hedef girtin

Yekîneya mûşekî ya artêş û komîteyên gelanî yên Yemenê Sêşemiyê bi şev bi mûşekeka Balistîk a xwecihî ji cûreya Zilzal 1 baregehên kirêgirtiyên siûdî li bilindahiyên El Narê li parêzgeha Heceyê li bakurê rojavaya vî welatî dan ebr êrîşê.

Li gorî rapora IRNAyê, Heta niha tu raporek ji ziyanên leşkerî û canî yên vê êrîşa mûşekî nehatiye wergirtinê.

Bilindahiyên El Narê berêvara Sêşemiyê jî kete ber êrîşa topxaneya artêş û komîteyên gelanî yên Yemenê.

Serleşker Elî El Mûşekî Alîkarê serokê Erkantiya giştî ya hêzên çekdar ên yemenê vê dawiyê ragihand ku hêzên yemenî soz dane ku tu destdirêjkerek zindî ji Yemenê dernekeve.

Hêza berevaniyê ya artêş û Komîteyên gelanî yên Yemenê tevî dorpêçbûna giştalî ya vî welatî ji aliyê Rêjîma Siûdî va roj bi rojê li halê zêdebûnê ye.

Başa dön tuşu