IraqNûçeRojhilatanavin

NY: Li Efrînê zêdetirî 15 hezar kesî malên xwe terikandin

Cîgira Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî ku ji alîkariya însanî berpirsyar e Ursula Mueller di axaftina xwe de ragihand ku ji ber şer û pevçûnan heta niha zêdetirî 15 şêniyên efrînî malên xwe terikandine.

Ursula Mueller di axaftina xwe ya Konseya Ewlehî ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) de got: “Agahiyên ku sivîl têne kuştin û birîndar dibin em dibihîzin. Heta niha zêdetirî 15 hezar kesên li herêmê malên xwe terikandine û ji wan nêzîkî hezar kesî derbasî Helebê bûne.”

Mueller di berdewamiya axaftina xwe de got: “Herwiha agahiyên ku rêvebiriya Efrînê derketin û cihguherandina sivîlan asteng dike jî tê ber guhê me.” (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu