ÎranNûçeRojhilatanavin

Merasima heftemîn roja koça dawîyê ya ayetulah Haşimîyê Refsencanî

Serokê lêgerînê yê nivîsgeha rêberê giranqedir ê Înqilaba Îslamî ya Îranê got: Pişkdariya berfire ya gelê Îranê li merasima heftemîn roja koça dawîyê ya ayetulah Haşimîyê Refsencanî, encama hewandina rêberê qedirgiran ê inqilabê ji hêla gel va ye.

Hucet ul-Îslam Elîekber Natiqê Nûrî serokê lêgerînê yê nivîsgeha rêberê qedirgiran ê inqilabê îro danê êvarê li merasima heftemîn roja koça dawîyê ya ayetulah Haşimîyê Refsencanî li tirba îmam Xumêynî (RE) xîmdanerê Komara Îslamî ya Îranê cîgeh û karên wî berî û piştî inqilabê rave kirin.

Wî bal kişandina merasima berfire û bicoş a definkirina meytê ayetulah Haşimîyê Refsencanî serokê kifşkirina berjewendîyên nizama Îranê û got: Ayetulah Haşimîyê Refsencanî mêrekî mezin di dîroka hevdem a Îranê da bû ku berî û piştî Înqilaba îslamî gellek xizmetên hêja bo gelê Îranê kirin.

Hucet ul islam Elîekber Natiqê Nûrî ku di eynî halî da endamê civata kifşkriina berjewendîyên nizama Îranê ye jî, berxwedan û bihedarbûn taybetmendîyeke din a rehmetîyê Haşimîyê Refsencanî da zanîn û got: Wî rehmetî tevî hemî pirsgirêkan moral û arambûna xwe diparast û bi dûrbînîyê hertim berjewendîyên netewî berçav digirtin û tenê bi dû Îraneka avedan û bihêz bû.

Hucet ul islam Elîekber Natiqê Nûrî pêkutîya ser isûlên Îslam û inqilabê taybetmendîyeke din a serokê rehmetî yê civata kifşkirina berjewendîyên nizama Îranê zanî û pêgîrî kir ku “Înqilab“ û “ rêberê qedirgiran ê Înqilabê“ 2 xetên sor jibo ayetulah Haşimîyê Refsencanî bûn ku tu wexta li ser wan bazarî nedikir anku ji wan derbas nedibû.

Ayetulah Haşimîyê Refsencanî serokê civata kifşkirina berjewendîyên nizama Îranê yekşema buhurî ji ber rawestana dil li Têhranê emrê Xwedê kir. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu