NûçeRojhilatanavinYemen

Hizbullaha Yemenê bi fûzeyên balîstîk êrişî Erebistana Siûdî kirin

Erebistana Siûdî diyar kir ku 4 moşekên balîstîk ji sînorên Yemenê ve hatin avêtin û ev moşek ji aliyê pergala parastin a ezmanî ve hatine îmxakirin.

Hêzên koalîsyona ereban ku pêşengiya wê Erebistana Siûdî dike, eşkere kir ku di saetên sibê de Husiyan êrişî bajarên Ebha, Hamîs û Mûşît ê Erebistana Siûdî kirine.

Daxuyaniyê de hat ragihandin ku moşekên balîstîk ji aliyê pergala parastin a ezmanî ve li ezman hatine îmxakirin û di encamê de jî ti ziyan çênebûne û rampayên ku pekandina moşekan pêk anîtin jî hedef hatin girtin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu