ÎranNûçeRojhilatanavin

Têkneçûna Înqilaba Îslamî li hember îstikbarê

Qumandê hêza deryayî ya Artêşa Komara Îslamiya Îranê, got: Înqilaba Îslamî bi hebûna gelê agehdar ê Îranê, li hember pîlanên îstikbar û sîyonîsma cîhanî têk naçe û şikestê naxwe.

Li gorî rapora IRNA`yê, emîr Deryadar Hebîbullah Seyarî, qumandê hêza deryayî ya artêşa Komara Îslamiya Îranê, roja pêncşemiyê li meşa 13`ê Aban`ê li Reştê destnîşan kir: Ji destpêka Înqilaba Îslamî ve heya niha îstikbar û zorbêjî bi şêwazên curbicur, pirr hewl daye ku ev alûgora mezin ji nav bibe yan jî ji riya wê bixalifîne, lê heya niha bi ser neketiye.

Qumandê hêza deryayî ya artêşa Îranê, li ser yekbûna morala sekinîna li hember zorbêjiyê û çanda îraniyan sekinî û destnîşan kir: Zorbêjiya cîhanî li çanda siyasî ya Îslamê, tê wateya mexin dîtina xwe li gorî kesên din.

Deryadar Seyarî,berjewendîxwezî, zilm û zor, berçavnegirtina mafê kesên din û ji nav birina berjewendiyên gel û neteweyên din li ser qazanc û berjewendiya xwe, ji taybetmendiyên herî girîng ên îstikbar û zorbêjiya cîhanî dan zanîn û herwiha got: Gel û neteweyê Îranê bi dayîna bi dehan hezar, şehîd û cangorî, îsbat kir ku qet îznê nade dijminan ku destdirêjiya ser Komara Îslamiya Îranê bikin.

Di eynî demê de, Ebdulriza Rehmanî Fezlî, wezîrê karên hundûr ê Îranê jî li komameşvanên 13`ê Abanê li Sinê got: Bersivdayîna bo zorbêjiyên Amerîkayê û sekinîna li ser mafên neteweyî heya bidestxistina hedefên sereke, peyama herî girîng a xelkê Îranê bo dijmin û neyarên Înqilaba Îslamî li meşa 13`ê Abanê ye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu