Artêşa Yemenê li bara avêtina serketî ya mûşekeke balistîk a Bedrê P-1 ser meqerên hevalbendiya destdirêjkirê siûdî li Teizê li başûrê rojava Yemenê agahî da.
Li gorî rapora Fars News`ê, yekîna mûşekî ya artêşa Yemenê roja yekşemiyê êrişa mûşekî kir ser meqera Xalid li rojava Teizê ku li encama wê gelek xisar li meqerên hevalbendiya destdirêjkiran ket.
Artêş û komîteyên gelanî yên Yemenê şemiyê şevê jî bi balefirekê mûşeka balistîk a herêmî ji cureya Zelzal 1 meqerên kirêgirtiyên siûdî li parêzgeha Cewfê li bakurê Yemenê da ber êrişan.
Qaweta berevaniyê ya artêşê û komîteyên gelanî yên Yemenê tevî dorpêça giştalî ya vî welatî ji aliyê Rejîma Siûdî roj bi rojê li halê zêdebûnê ye.