CîhanEwropaNûçe

Xwenîşandana berfireh a itirazî li paytexta Yûnanê

Welatiyên yûnanî bi beşdariya li xwenîşandaneka berfireh nerzîtiya xwe li hemberî pêvajoya gotûbêjên Atêna û Skopiyê li bara diyarkirina navekî nû bo welatê Meqdûniyê ya Yûgoslaviyaya berê diyar kirin.

Li gorî rapora IRNAyê, derdora miliyonek û 500 hezar kes ji welatiyên yûnanî li ser vexwendina rêxistinên gelanî û piştevaniya kilîseya Ortodoksê û sendîkayên cûrbicûr, roja Yekşemiyê li Atênaya paytexta Yûnanê bi nîşana nerazîtiya li hemberî gotûbêjên Atêna û Skopiyê derketin nav kolanan û ji dewleta Yûnanê xwestin ku dawî li van gotûbêjan bînin.

Xwenîşanderan bi daxûyaniyekê dijayetiya xwe ya tund digel peyva Meqdûniyê li pêkhateya navê welatê Meqdûniyeya Yûgoslavyaya berê ragihandin û ji dewletê xwestin ku rêzê li vê gelheyê bgire.

Amerîka û welatên ewropî ji hebûna peyva Meqdûniyê li pêkhateya navê welatê Meqdûniyê yê Yugoslavyaya berê piştgiriyê dikin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu