Îmam XumeynîÎranMirovê HejaNûçeRojhilatanavin

Hizra Îmam Xumêynî (RE), istiratêjîya têkoşîna li hemberî pergala serdest bû

Serokerkantîya hêzên çekdar a Îranê li daxûyanîyekê pêkutî kir: Hezretê Îmam Xumêynî (Rehmeta Xwedê lê be) bi hişyarkirina gelên misilman û mezlûm berjewendîyên zorbêjên cîhanê li hemî cîhanê tûşî pirsgirêkan kirin.

Li gorî rapora nûçegihanê me, serokerkantîya hêzên çekdar a Îranê îro li daxûyanîyekê bi boneya 14 û 15`ê Xordadê (4 û 5`ê Hezîranê) salroja koça dawîyê ya îmam Xumêynî (RE) xîmdarê Komara Islamî ya Îranê û serhildana dîrokî ya gelê Îranê li dijî zilm û zordarîya rêjîma Pehlevî ragihand: Hezretê Îmam Xumêynî (RE) bi damezirandina hikûmeteke dînî ya bi vîyana gel, bi hişyarkirina gelên misilman û mezlûm li seranserî cîhanê berjewendîyên zorbêjên cîhanê tûşî pirsgirêkan kirin û bû mizginîya pêkhatina pergala nû ya ilahî ya ser bingeha islama resen a mihemedî (S).

Li dewama vê daxûyanîyê hatîye: Komployên şûm ên dijminên islamê li hemberî Inqilaba Islamî ya Îranê û piştgirîya giştalî ji komên tekfîrî û berfirekirina têrorîsmê li herêmê û hewldana jibo tirsandina welatan ji Îranê, nîşan didin ku hizra Îmam Xumêynî (RE) dikare hertim bibe belge û panoramaya istiratêjîk a têkoşîna li hemberî pergala serdest.

Serokerkantîya hêzên çekdar a Îranê li dewama daxûyanîya xwe pêkutî kir: Komara Islamî ya Îranê bi peyrewîya ji mînaka pêşketî ya Wilayetê Feqîh (rêberîya alimê dînî) û serdestîya gelanî ya dînî destkevtên mezin ên wek serxwebûn, iqtidara berevanîyê bi palpiştîya şîyana navxweyî û pêşketinên zanistî yên ecêb li warên curbicur bidest xistine.

Roja yekşem 4`ê Hezîranê, 28`emîn salvegera koça dawîyê ya hezretê Îmam Xumêynî (RE) xîmdanerê Komara Islamî ya Îranê ye. Roja duşem 5`ê Hezîranê jî salroja serhildana dîrokî ya Îmam Xumêynî (RE) di sala 1963`yê de li dijî hikûmeta dîktatorî ya rêjîma şahê Îranê ye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu