Parlimana Holandayê xwest ku alîkariyên malî yên Yekîtiya Ewropayê bo Tikriyê werin qutkirin.
Li gorî rapora IRIB News`ê, parlimana Holandayê bi vê egerê ku Tirkiyê piştî darbeya serneketiya artêşê di 15`ê Tîrmeha 2016`an da bingehên sereke yên dewleta hiqûqî berçav negirtine, xwest ku alîkariyên malî yên Yekîtiya Ewropayê bo Tirkiyê bi dawî bên.
Du partiyên Sosiyalîst û Yekîtiya Xirîstiyaniyan ên Holandayê bal kişandine ser viya ku Tirkiye wekî berendama emdamtiya li Yekîtioya Ewropayê salê 600 miliyon yuroyî ji vê yekîtiyê werdigire û bi pêşniyarqanûnekê xwestin ku ev alîkarî were qutkirin.
Parlimana Holandayê li vê çarçoveyê bi 75 dengên Erê li hemberî 67 dengên Na, pêşniyara bidawîanîna alîkariyên malî bo mizgeftên tirkan li Holandayê pesend kir.
Ji aliyê din va pêşniyara bidawîanîna berendamtiya Tirkiyê ji bo endamtiya li Yekîtiya Ewropayê tûşî dengên Na yên partiya Lîberal a Rastgir û partiya Karkeran û bi vê egerê bû ku ev biryara nikare bi tenê ji aliyê welatekî were dayîn û hat redkirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)