EwropaNûçeRojhilatanavin

Hollande ji ber DAIŞê Obama sûcdar kir

Serokomarê FransayFrançois Hollande di pirtûka xwe ya bi navê “Serokomarek Divê Van Nebêje’ de ji bihêzbûna DAIŞê Serokê Amerîkayê Barack Obama berpirsyar girt.

Li gorî nûçeya The Daily Mailê Hollande di pirtûka xwe de diparêze ku Obama yê ku di sala 2013a de piştgiriya êrîşên hewayî yên li dijî hedefên terorîst ên li Sûriyeyê nekiriye, berpirsyar e ku DAIŞ were van rojan û got “Ez nizanim ger ku me bombebaran bikira wê çi bibûya. Tenê tiştê ku ez dikarim bibêjim ew e kum e ev yek nekir û di encamê de DAIŞê me heye.” Hollande ji zêdebûna hejmara penaberan a li Fransayê jî serokê Amerîkayê berpirsyar digire û got “gelek penaberên ku divê neyên vira, tên. Em wan hînê Fransizî dikin lê paşê komeke din tê û em neçar dimînin ku hemû tiştî ji nû ve bikin. Û encama vê tune ye, ango divê êdî dawî lê were.” (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu