NûçeRojhilatanavinSûriye

HSD: Em ji gotûbêja bi Şamê re amade ne

Derbarê peywendiyên xwe bi Şamê re û riya çareseriyê Rêdûr Xelîl; Em ji gotûbêja bi Şamê re amade ne.

Berpirsê mekteba peywendiyên Hêzên Sûriya Demokratîk Rêdûr Xelîl ragiahnd ku ji bo pêşeroja Rêvebiriya xweser ya Bakur pû Rojhilatê Sûriye ti rê din tune ye ji bilî diyaloga bi Şamê re.

Di hevpeyvîneke xwe ya bi rojnamegeriya Firabnsî re serkirdeyê naskirî yê Hêzên Sûriye Demokratîk Rêdûr Xelîl aşkire kir ku di rêkevtina me bi Şamê re, pêwîste şervanên me di axa xwe de bimînin û dibe jî li gor derfetan di nava rêzên artêşa Sûrî de bimînin.

Aşkire kir ku gotûbêj û diyaloga di navbera wan û hikûmeta Sûriyê de hîn jî berdewam e tako çareseriyekê ji bo Munbicê bibînin û eger bi hev re bighêjin riya çareseriyê, wê demê pêwîste mafên gelê Munbicê bê parastin.

Derbarê belavbûna artêşa Sûriye ji ber sînorê Bakur li ber sînorê Tirkiyê, Xelîl dazanîn ku ew ji mafê hikûmeta Sûriye ji ber ku em jî vedigerin bo axa Sûriyê di aliyê yasaya navneteweyî de û hîn jî ti çareserî li ser zevî tune ye û wê diyalog berdewam bin.

Başa dön tuşu