NûçeRojhilatanavinSûriye

HSD: Heke xweseriya bakur û rojhilata Sûrîyê were parastinê, em ê deshilata dewleta Şamê qebûl kin

Fermandarê Gişt Hêzên Sûrîya Dêmokiratîk (HSD) careka din pêgirî ser mesela xweseriya bakur û rojhilata Sûrîyê kir û got: Heke xweseriya bakur û rojhilata Sûrîyê were parastinê, em ê qebûl bikin ku ew dever bikeve bin deshilata dewleta Şamê.

Li gorî rapora Ajansa Nûçan a Hawarê, Fermandarê Gişt Hêzên Sûrîya Dêmokiratîk (HSD) Mezlûm Kobanî di axavtinekê de careka din pêgirî ser mesela xwerêvebirîya (xweseriya) bakur û rojhilata Sûrîyê kir û got: Em ji dewleta Sûrîyê dixwazin ku xwerêvebirîya bakur û rojhilata Sûrîyê bi awayekî fermî nas bike û heke sîstema xweserîyê ya li bakur û rojhilata vî welatî were parastinê, em ê qebûl bikin ku ew dever bikeve bin deeshilata dewleta navendî ya Sûrîyê.

Vî fermandarê HSD`ê herwiha got: HSD`ê du xetên sor hene Bifermînaskirina xwerêvebirîya bakur û rojhilata Sûrîyê û naskirina HSD`ê wekî hêza leşkerî ya rewa li bakur û rojhilata Sûrîyê.

Başa dön tuşu