Hucet ul Islam Sidîqî: Bêdengîya li hemberî cinayetên siûdîyan li Yemenê sedema şermê ye
Xetîbê nimêja înîyê ya Têhranê, bêdengîya civatên navnetewî li hemberî dewama cinayetên Erebistana Siûdî li Yemenê û deverê şermezar kir.
Hucet ul Islam Kazim Sidîqî pêşnimêjê nivêja înîyê ya Têhranê bal kişand ser cinayetên Erebistanê li Yemenê û kuştina gelê bêguneh ê vî welatî ji wan êrişa vê dawîyê ser merasimeke tazîdarîyê li Senayê, û ji bêdengîya civatên navnetewî li hemberî kuştina gelê bêguneh ê Yemenê rexne girt û got: Ev bêdengîya cihê şermê, riswatî û rezaleteke mezin jibo idiakirên mafên mirovan û sêkrêtêrê giştî yê NY ye.
Pêşnivêjê nimêja înîyê ya Têhranê bi gotina vîya ku zarokkujîya siûdîyan li Yemenê û deverê di rastîyê da dubarekirina dewama cinayet û zarokkujîya Rêjîma Sîyonîst li Geze û Libnanê ye, ragihand: Rêjîma Siûdî şirîkê komployên şûm ên Amerîkayê li devera Rojhilata Navînê ye.
Pêşnimêjê nivêja înîyê ya Têhranê li dewama xutbeyan bal kişand ser meşqa “ iqtidara hewayî ya fidayîyên wilayetê“ ya hêza hewayî ya artêşa Komara Islamî ya Îranê û got: Peyama manovra vê dawîyê ya hêza hewayî ya artêşa Komara Islamî ya Îranê, “ aştî û dostî jibo gelên navçê û hişyarkirina wan kesan e ku li hemberî şîyana berevanîyê ya Komara Islamnî ya Îranê ketine nav xeyalan.“
Hucet ul Islam Sidîqî pêkutî kir hêza hewayî ya artêşa Komara Islamî ya Îranê ji destpêka serkevtina Inqilaba Islamî va tabloya geş a iqtidara Îranê bûye û pêşketina xwe didomîne.
Pêşnivêjê demkî yê nivêja înîyê ya Têhranê herwiha bal kişand ser hevdîtina vê dawîyê ya bijareyên ciwan ên Îranê ligel rêberê giranqedir ê Inqilaba Islamî û got: Bijareyên ciwan, yê Îrana islamî bikin welatekî mezin, pêşketî û alahilgirê şaristanîyeta islamî. (BANGE İSLAMÎ)