NûçeRojhilatanavinSûriye

Hucreya jinan ya DAIŞê hate rûxandin

Wezareta Karên Navxweyî ya Fasê derbarê operasyonê de daxuyaniyek da  û got wan li bajarên Kenîtra, Tantan, Sîdî, Suleyman, Sela, Ewlad Tayme, Zagura û Sîdî et Taybî de li dijî terorîstên DAIŞê operasyon dane destpêkirin. Di encama operasyonê de hucreyek DAIŞê ya ku ji 10 jinan pêk dihat hatiye rûxandin û hemû jin hatine desteserkirin.

Operasyon ji aliyê tîmên taybet yên Fasê ve hate kirin û hate gotin ku kesên hatin desteserkirin amadehiya êrişên mezin dikirin ku wê di encamê wan êrişan de îstiqrara Fasê xerab biba.

Hat ragihandin ku li gel jinên hatin desteserkirin gelek çekên kimyewî jî hatine bidestxistin. Herwiha hate amajekirin ku jinên ku hatin desteserkirin perwerdehiya çekên kimyewî jî dîtine. Li gorî daneyên sîxuriya Fasê ji 579 fasiyên ku li Iraq, Sûriye û Lîbyayê beşdarî şer bûne 758 ji wan DAIŞî bûn. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu