Serokê Komara Îslamî ya Îranê, pêşnumaya bûdca 320 hezar milyar timenî ya sala tê ya welêt raberî meclîsa şêwra îslamî kir.
Serokê Komara Îslamî ya Îranê Hesen Rûhanî roja yekşemiyê li civîna eşkere ya meclisa Şêwra Îslamî beşdar bû û pêşnumaya bûdca giştî ya Îranê ku sercem 320 hezar milyar timen hatiye texmînkirin û pêka texmîna îsal sedî 8.84 zêde bûye raberî meclîsê kir.
Li pêşnumaya bûdca sala tê ya Îranê para hemî derhatên niftê li çavkaniyên giştî yên dewletê 110 hezar milyar timen hatiye berçavgirtin.
Derhatên niftê yên sala tê ya Îranê pêka bûdca îsal sedî 48 zêde bûye.
Her wiha li pêşnumaya bûdca giştî ya Îranê buhaya her bermîla niftê 50 dular ahtiye berçavgirtin ku ev reqema jibo îsal 40 dular e.
Nirxa dularê jî li bûdca sala tê ya îranê 3300 timen hatiye berçav girtin.
Li gorî ayînama navxweyî ya meclîs Şêwra Îslamî ya Îranê nunerên meclîsê piştî belavkirina pêşniyarqanûna bûdca giştî ya welêt 10 roja dema wan heye pêşniyarên xwe li bara bûdca sala tê raberî komîsyonên pisporiyê ya meclîsê bikin .
Komsîyonên pisporiyê yên meclîsê jî 15 rojan dema wan heye da ku rapora xwe bişînin ber destê komîsyona yekgirtîbûnê ku jibo hilkolandina pêşnumaya bûdcê tê lidarxistinê .
Komsîyona Yekgirtîbûnê ya meclîs şêwra Îslamî ya Îranê jî bo mideha 15 rojan pêşnumaya bûdcê û raporên wergirtî hildikole û divê rapora xwe li bara vê pêşnumayê raberî meclîsê bike. (BANGÊ ÎSLÂMİ)