ÎranLubnanNûçeRojhilatanavinSûriye

Husên Cabiriyê Ensarî: Komara îslamî ya Îranê li şerê her du cure terorîstan jî alîkariya Şamê dike

Nûnerê derecebilinde wezîrê karên derve yê îranê li karûbarên siyasî piştî hevdîtina duşemêşev tev Cubran Basîl wezîrê karên derve yê Lubnanê li Press konferansa xwe yali Bêyrûtê got: Dewama hizûra musteşarên Îranê li nav axa Sûriyê girêdayî rêketinnama di navbera Têhran û Şamê ye.

Li gor rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Husên Cabiriyê Ensarî nûnerê derecebilinde wezîrê karên derve yê îranê li karûbarên siyasî piştî hevdîtina duşemêşev tev Cubran Basîl wezîrê karên derve yê Lubnanê herwisa destnîşan kir ku Musteşarên îranî ser daxwaza dewleta Şamê li nav axa Sûriyê ne û li şerê dijî terorîzmê eger dewleta Şamê bixwaze ku musteşarên Îranê hebin, ewna dê herine bakûr, Başûr, rojava û rojhilata Sûriyê.

Cabiriyê Ensarî got: Roja îro du cure terorîst li nav axa Sûriyê cinayetan cih tînin, hinek ji terorîstan ku Rejîma Siyonîstî palpiştiyawan dike ku ji bervê palpiştiyê van terorîstan hindek jiaxa Sûriyê dagîr kirine û terorîzma dine nav Sûriyê jî terorîzma fanatîk e.

Wî got: Komara îslamî ya Îranê lişerê her du cure terorîstan jî alîkariya Şamê dike.

Nûnerê derecebilinde wezîrê karên derve yê îranê li karûbarên siyasî duh duşemê piştî gotûbêja tev karbidestên Sûriyê, hema ji Şamê seredana Lubnanê kir.

Wî roja yekşemê tev Beşar Esed serokkomarê Sûriyê li Şamê hevdîtin pêkanî.

Gotûbêjên Astaneyê bona çareserkirina kirîza Sûriyê ji Çileya sala 2017an va li ser dahêneriya Komara Îslamî ya Îranê û hevkariya Rûsiye û Tirkiyê bi armanca pêkanîna Aştiyê li Sûriyê dest pê bûye.

Encama van gotûbêjan pêkanîna Navçeyên Kêmkirina Kêşeyan li Sûriyê bûye.

Qeyranan Sûriyê ji sala 2011an va bi êrîşa berfireh a komên têrorîst ên bin sîvana piştgiriya Erebistan, Amerîka û hevpeymanên wan ji bo guhertina hevsengiyên navçeyê ser xêra Rêjîma Siyonîst dest pê bû.

Başa dön tuşu